Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kim Jong Un Karbidestan jiber Rewişa Pandemîyê Hişyar Dike


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un karbidestên partîya desthilatê jiber serneketina xebatên têkoşîna dijî pandemîyê yên bo ewlekarîyê rîsk çêkirine, hişyar kirine.

Reutersê ew nûçe ji zarê ajansa dewletê KCNA ragihand û neda zanîn ku rîskek çawa çêbûye.

Koreya Bakur heta niha ti pêketina vîrusa korona ya piştrastkirî ranegihandiye, lê karbidestên ji Koreya Başûr û Amerîka ser wê rewişê gumanên xwe dibêjin.

Li gor KCNA, Kim Jong Un dîyar kir ku di têkoşîna dijî vîrusa korona de bo ewlekarîya welêt û însanan rîskên mezin çêbûne û jiber guhnedana rewişê polîtburoya Partîya Karkena ya Kore vexwendiye civînê.

Di nûçeyê de hat gotin ku Kim Jong Un ser rewişa ku bo ewlekarîya însanan û welêt krîzên mezin çêkirine bal kişandiye encamên wê.

Di civînê de çend endamên polîtburo, sekreterê komîteya navendî û hin karbidestên din hatin guherandin.

KCNA neda zanîn ku guherandina wan kesan bi rewişa pandemîyê re elqedar e yan ne.

XS
SM
MD
LG