Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kremlîn Hevdîtina Putin û Kim Piştrast Dike


Rêberê Koreya Bakurî Kim Jong Un, li ber e ku vê heftê serdana Rûsya bike û li bajarê Vladivostok hilcivîneke bi serokê Rûsî Vladimir Putin re bike.

Qesira Kremlîn îro Sêşemê piştrast kir ku her du rêber roja Pêncşemê dê hevdu bibînin.

Çaverê ye ku di hevdîtinê Kim ji Putin bixwaze ku di warê aborî de alîkar be jiber ku toleyên Amerîkî givaştin ser rewişa Koreya Bakur dike.

Kim Jong Un sala çûyî jî bi Serokê Amerîka Donald Trump û rêberên Vîyetnam, Çîn û Koreya Başûr hevdîtinan kiribûn.

Pispor bawer dikin ku Kim bi vê hewila xwe ya dîplomatîk armanc dike ku toleyên Neteweyên Yekbuyî sist bike, ger danûstandinên ligel Amerîka bi ser nekevin.

XS
SM
MD
LG