Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kim Jong Un ji Hevdîtina bi Trump re Geşbîn E


Rêberê Koreya Bakurî Kim Jong Un got ku ger ew û Serokê Amerîkî Donald Trump hevdîtinekê bikin, dibe ku "serketinên girîng," peyda bin.

Kim Eui-kyeom, berdevkê seroktîya Koreya Bakurî îro Înê ragihand ku Kim encamên erênî ji hevdîtinê dipê.

Berpirsê Koreya Başûrî Chung Eui-yong, peyama Kim gîhandi Trump û wî jî geşbînîya xwe dîyar kiribû û gotibû ku ew di demeke herî kin de dixwaze dest bi dîyalogê bi Kim re bike.

"Divê em ji şaşitîyên berê dûr bisekinin. Ez bi hêvî me ku Amerîka vê pêşnîyarê bipejirîne û dest ji derfeta heyî bernede," Chung ji Trump re got.

Chung pesna Trump da ku bi awayekî gelek erênî pêşwazî li îhtîmala destpêkirina dîalogê bi Koreya Bakur kir.

XS
SM
MD
LG