Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Îdîa Dike ku Serhildayên Sûrî Çekên Kîmyayî Xebitandine


Rûsya dibêje, wê belgeyeke 80 rûpelî pêşkêşî Neteweyên Yekbûyî kiriye ku nîşan dide serhildayên Sûrî meha Adarê li bajarokekî bakurê welêt çekên kîmyayî bikar anîne.

Di Adara borî de, hikûmeta Sûrî daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî kiribû ku vekolîna îdîayên wî rengî bike ku serhildayan çekên kîmyayî li bajarokê Xan Asal ya Helebê bikar anîne.

Piştî wê yekê, Fransa û Brîtanya jî îdîa kiribûn ku hikûmeta Sûrî bi kêmî ve sê caran çekên kîmyayî bikar anîye.

Li hember îdîayên Rûsya, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-Moon fermana avakirina tîmekê da ku rastîyê peyda bike.

Lê, hikûmeta Sûrî rê neda wê time ku derbazî welêt bibe, jiber ku hikûmet dixwaze tenê bûyera Xan Asal were vekolîn.
XS
SM
MD
LG