Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok: Dibe ku Em Hêzên Amerîkî Neşînin Sûrîyê


Serok Obama.
Serok Barack Obama roja Înîyê li Kostarîka got, ew pêşbînî nake ku hêzên Amerîkî bişîne Sûrîyê.

Serok Obama ew axatina xwe di civîna ragihandina hevbeş ya ligel Seroka Kostarîka Laura Chinchilla de kir.

Di bersîva pirsa rojnamevanekî de, Serok Obama got ku wî dikarîbû pirtir tiştan bikirana, eger di destê wî de pirtir delîlên karanîna çekên kîmyayî hebûna.

Birêz Obama got, ew hemî bijareyan li pêş çavan digirin, lê şandina hêzên erdê ne îhtîmaleke xurt e.

Serok dîyar kir ku rêberên li Rojhilata Navîn ku wî ligel peyîvîne jî, di heman bawerîyê de ne.

Rêzdar Obama got, ku karanîna sîstematîk ya çekên kîmyayî were piştrast kirin, hinge Amerîka dê wê pêzanînê bi tevahîya civata navnetewî re parve bike.
XS
SM
MD
LG