Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pêşniyareke Nû li NY Derheqa Bikaranîna Çekên Kîmyayî


Bikar Anîna Çekê Kîmyayî li hind taxên Helebê

Pêşniyareke nû di Netewên Yekbûyî de tê nîqaşkirin derheqa bikarnîna çekên kîmyayî ji aliyê çekdarên tundra rê de li Sûriyê.

Rûsiya û Çînê pêşnîyar amade kiriye armanc jê rêgirtine li hember ketina çekên kîmyayî û bikaranîna wan ji aliyê çekdarên tundrê, jiber ku hind raport liser amadekariyên êrîşên kîmyayî û bikar anîna wan çekan ji aliyê çekdarên terrorist de li Sûriyê hatine weşandin.

Balyozê Rusya li NY Vitaly Churkin,roja Çarşemê ji rojnamevan re daye xweyakirin ku,hejmareke raportan hene dibêjin, çekdarên terrorîst li Sûriyê û welatê cîran Îraqê, çekên kîmyayî bikar anîne û hewil didin van bidest bixin.

Churkin dibêje ev dê wê bûşahiya heyî pir bike ya ku derheqa bikarnîna çekên kîmyayî de heye, li Netewên Yekbûyî.

Churkin got "Ev pêngavek biçûke, lê dîsan dê gelek hewildanên bikaranîna çekên kîmyayî asteng bike.

Churkin herwiha got، ew bang li hemû welatan dikin, bi taybet welatên Cîranên Sûriyê ku herdema pêzanînek derheqa hewildan yan bikar anîna çekên Kîmyayî giha wan yekser Civata Ewlekarî û saziya cîhanî ya berpirs ji dosya van çekan bên agehdar kirin.

XS
SM
MD
LG