Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berdevkê Wezareta Derve yê Amerîka Kirby: Em Raportên Ser Rewşa Hesekê Nêzîk ve Dişopînin


Berdevkê Wezareta Derve yê Amerîka John Kirby got ku ew raportên derheqa êrîşên rejîma Sûrî yên ser Kurdan ji nêzîk ve dişopînin.

Kirby got ew raportên wî rengî pir bi cidî dişopînin û bi kûrahî li wan dinêrin.

Wek bersîva pirseke ser bersîvdana êrîşên rejîma Esad, Kirby got ku eger piştrast be, êrîşên ser Kurdan bi zelalî binpêkirina rêkeftina sekinandina neyartîyan e.

Ev sê roj in ku li Hesekê ya nav rejîmê û Kurdan dabeşkirî şerên dijwar diqewimin û cara yekê ye rejîma Esad êrîşên esmanî li hember Kurdên hevalbenda Amerîka bi kar tîne.

Nasir Hecî Mansur, Şewirmendê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ji Reuters gotibû ku hêzên Kurdî jimareke avahîyên hikûmetê û koleja aborîyl ji destê hêzên hikûmetê derxistin.

, if it’s true, it’s a clear violation of the cessation of hostilities, and it’s one that we’re going to continue to try to work on. I just don’t have a better answer for you than that today.

XS
SM
MD
LG