Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Hazirî Dike ku Leşker Bişîne Kirim


Parlemana Rûsya daxwaza Serok Vladimir Putin erê kir ku dixwaze hêzên leşkerî ya Rûsî li herêma Kirim ya Ukrayna bikar bîne.

Bi vê biryarê, girjî û reqbûna navbrera Rûsya û Ukrayna jî zêde dibe.

Dengdana Şemî liv û tevgera leşkerên Rûsî li Ukrayna dike fermî. Karbidestên Ukraynî radigihand ku leşkerên Rûsî ji nîvgirava Kirim têne şandin.

Civata Bilind ya parlamana Rûsî herwiha pêşnîyar kir ku balyozê Rûsî li Washington paşve bikşîne.

Serokê Amerîka Barack Obama do Moskow hişyar kiribû ku maya xwe di karê Ukrayna de neke.
XS
SM
MD
LG