Lînkên eksesibilîtî

Serokwezîrê Ukrayna Hişyarî Dide ku Felekatek Nêzîk e


Serokwezîrê Ukrayna Arseniy Yatsenyuk bang li Rûsya dike ku hêzên xwe yên leşkerî ji welêt vekşîne.

Yatsenyuk di kombûna xwe ya ligel rojnamevanna de hişyarî da îhtîmala felaketeke mezin pir xurt e.

“Tiştê ku Rûsya dike ragihandina şer e li dijî welatê me. Em bang li Putin dikin ku hêzên xwe yên leşkerî paşve bikşîne û erka xwe ya navnetewî cîh bîne.”

Yatsenyuk herwiha ji Rûsya xwest ku paymanên nav her du alîyan neşkene û rêzê li serwerîya Ukrayna bigire.

Daxuyanîyên Yatsenyuk rojeke piştî biryara parlemana Rûsî tê ku şandina hêzên leşkerî ji Herêma Kirim re erê kiribû.
XS
SM
MD
LG