Lînkên eksesibilîtî

Parlemana Kirim Deng Dide ku Tevli Rûsya Be


Leşkerên Rûs parlemana Kirimê diparêzin
Qanûndanêrên herêma Kirim ya Ukrayna, di dengdaneke de biryar dan ku tev li Rûsya bin ku tirs heye ev biryar alozîya heyî kûrtir bike.

Dengdana îro Pêncşemê ya parlemana Kirim di vê demê de tê ku rêberên Yekîtîya Ewropa li Brukselê civîn ku rewşa li wî welatî gotûbêj bikin.

YE hewil dide ku giwaştinê li ser Rûsya bike ku dawî li dagirkirina Kirimê bîne.

Hevdem, qanûndanêrên Amerîkî jî îro Pêncşemê kom dibin ku danana ceza û toleyên aborî li ser Rûsya gotûbêj bikin.
XS
SM
MD
LG