Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kerry jibo Havditên ser Ukrayna li Londonê ye


small image for timeline DO NOT USE ON WEBSITE
small image for timeline DO NOT USE ON WEBSITE
Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry li Londonê ye ku ser kêşeya Ukrayna hevdîtinan ligel hevtayê xwe yê Rûsî Sergei Lavrov bike.

Hevdîtinên îro Înê di vê demê de pêk tên ku Ukrayna di ortê krîzeke mezin de ye.

Wek tê zanîn, li ber e Kirim roja Yekşemê referandumekê bike û biryara tevlîbûna Rûsya bide.

Rêberên Amerîkî û Ewropî referenduma bi piştgirîya Rûsya wek dijî qanûna bingehîn nav dikin.

Rêberên Amerîkî û Ewropî herwiha hişyarî didin Moskow ku encamên neyênî hebin, eger Rûsya biryar bide ku Kirimê têxe nav axa xwe.

Lê, Rûsya dibêje mafê gelê Kirimê heye ku bi wîê referandumê biryara çerenivîsa xwe bide.
XS
SM
MD
LG