Lînkên eksesibilîtî

DAIŞ Dibêje Wan 9 Bîrên Petrolê li Kerkukê Teqandin, Peşmerge Red Dike


Rêxistina bi navê Dewleta Îslamê "DAIŞ" di daxûyaniyekê de dibêje, çekdarên wan, li herêma Dibis ya rojavayê Kerkukê 9 bîrên petrol teqandine yên li jêr kontrola hêzên Pêşmerge de bûn, lê berpirsên Pêşmergên herêma Kurdistanê dibêjin ne raste, bi tenê bîreke gaza siroştî ya ji kar keftî hatiye teqandin.

Lîwa Mihemed Rêgir, fermandarê eniya rojavayê Kerkukê yê hêzên Pêşmerge, gote Dengê Amerîka, "çekdarên DAIŞ'ê bi tenê şiyane bîreke gazê bombe bikin û paşî biteqînin, herweha 4 bîrên din yên petrolê bombe kir bûn, lê ne gehişt bûn biteqînin".

Herweha Rêgir da zanîn û got "liser riya giştî bombe hatbûn çandin, 3 welatiyên Arab rastî bombeyê hatine, bi wan ve teqiyaye, yek jê hatiye kuştin".

Derbarê sedemên hatina çekdarên DAIŞ, ya herêmên kontrol kirî, Mihemed Rêgir dibêje, ew kiryar ji aliyê şanên nivistî yên DAIŞ'ê de, li gûndên Araban tên encamdan, ne ku, ew çekdar ji bajarokê Hewêce yan ji herêmên din tên.

Temamiya raportê gûhdarî bikin.

XS
SM
MD
LG