Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Balyozê Rûsya li Amerîka Karê Xwe Bidawî Tîne


Sergei Kislyak
Sergei Kislyak

Balyozê Rûsya yê li Amerîka Sergei Kislyak, kesayetiya navdar di nakokiyên destêwerdana Rûsya di hilbijartinên Amerîka yên sala 2016an de, karê xwe li Waşintonê bidawî anî.

Balyozxaneya Rûsya li Waşintonê li ser Twitter îro yekşemê dawiya dema Kislyak ragihand

Çi nav nehatin diyarkirin ku şûna wî bigrin, herçendî pêşbînî tên kirin ku Anatoly Antonov, cîgirê wezîrê derve û cîgirê berê yê wezîrê berevaniyê, bête destnîşankirin. Antonov bi tundiya xwe di derbarê Amerîka de tê naskirin.

tê zanîn, Michael Flynn, rawêjkarê yekem ê serokê Amerîka Donald Trump, kar bicîhîşt bi sedema gotinên wî yên rast li dor pêwendiyên li gel Kislyak.

Dadwerê giştî Jeff Sessiopns xwe rizgar kir ji vekolînên destêwerdana Rûsya di hilbijartinên Amerîka de piştî ku hin raportên ku digotin wî hin kombûnên xwe li gel Kislyak bereder nekiribûn.

XS
SM
MD
LG