Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

KNK Hewilên Xwe li Rojava Didomîne ku Partîyên Kurd Nêzî Hev Bike


Şaxê Rojavayê Kurdistanê ya Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) berî demekê bo yekrêzîya sîyasî ya partîyên Kurdî însîyatîfek ragihandibû.

KNK’ê bang li partîyan kiribû ku di vê qonaxa hestîyar de nakokîyên heyî bidin alîyekî.

Serokê şaxê KNK’ê li Rojava Dr. Ebdulkerîm Omer, ligel 4 endaman çendîn caran di vê mehê de preskonferans dar dixin ku tê de insîyatîfa xwe radigihînin û encama hevdîtinan eşkere dikin.

Omer da zanîn ku ew dixwazin di vê dema nazik û hêstîyar de partîyên sîyasî kom bikin û dora helwestekê de bicivînin.

Li ser banga KNK’ê, Encûmena Zagonsaz ya Rêvebirîya Xweser bersîv da û biryara vekirina ofîsên ku destûr negirtine da.

Nimet Dawûd, cîgorê serokê Encûmena Niştîmanîya Kurdî li Sûrîyê (ENKS) got ku ew li hêvîya gavên pratîk yên ji hêla PYD’ê ne.

Piştî biryara Encûmena Zagonsaz, Partîya Pêşverû ofîsa xwe li Kobanê vekir, lê ofîsên partîyên ENKS'ê hîn girtî ne.

Pêşverû ser zarê endamê ofîsa sîyasî Hesen Cengo got ku ewê piştî cîvîna partîyê bersîva banga KNK’ê bidin.

Kolanên Kurdî jî bi erênî banga KNK’ê dinerxînin û hejmarek ji rûniştvanên Qamişlo nerînên xwe derbarê vê yekê anîn ziman.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:04:03 0:00

XS
SM
MD
LG