Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Haşim Haşimî: Hikûmeta Bê Avakirin Wê Hikûmeta Hilbijartinê Be


 Serokwezîrê Tirkîyê Ahmet Davutoglu û hevjîna wî
Serokwezîrê Tirkîyê Ahmet Davutoglu û hevjîna wî

Piştî hilbijartinên giştî yên Tirkiyê, danûstandinên ewil yên jibo avakirina hikûmeta hevalbendî di navbera AKP û CHP’ê de destpê kirin.

Şandeya AKP’ê ya bi Seroktiya Ahmet Davutoglu îro Duşemê di çarçoveya gera yekem a danûstandinên avakirina hikûmeta hevalbendî de, li navenda Giştî ya CHP’ê dest bi hevdîtinên xwe kir.

Şandeya AKP’ê piştî CHP’ê wê bi partiyên opozîsyonê MHP û HDP’ê re hevdîtinên xwe berdewam bike.

Parlemanterê berê siyasetvan Haşim Haşimî, hevdîtinên avakirina hikûmeta hevalbendî û nîqaşên li ser lihevkirina partiyan ji Dengê Amerîka re nirxandin.

“Ev danûstandinên ceribandinê ne. Jiber berjewendî û neliheviyên hizbî hêvî nakim hikûmeteke hevalbendî ava bibe. Ger hikûmet çêbibe jî ev ê hikûmeta hilbijartinê be.”

Birêz Haşimî, kampeynên hilbijartinê yên partiyan ku dijayeteyeke tund li hevdu kiribûn bi bîr dixe û dibêje gelek astengî li pêşiya avakirina hikûmetê hene.

“Niyeta piraniya partiyan ne hilbijartin e, lê astengî li pêşiya avakirina hikûmetê hene. Di dabeşkirina wezîran de li hev nakin. Partiyên opozîsyonê bi taybet jî MHP li ser çareserkirina pirsa Kurd li hev nakin. CHP ji kemalîzmê tawîz nade. HDP û AKP’ê di prosesa hilbijartinê de rexneyên tund li hev kirin. Dîsa hin hevalbendên HDP’ê yên çepgir û kemalîst jî ne razî ne bi AKP’ê re şirîkatiyê bikin.”

ST_7_13_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:22 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG