Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koalîsyon Bang li Tirkîyê Dike ku Operasyona Dijî Efrînê Rawestîne


Koalîsyona Navnateweyî ya Têkoşîna Dijî DAIŞ’ê bang li Tirkîyê kir ku operasyona dijî Efrînê rawestîne.

Bedevkê Koalîsyonê Kolonel Thomas Veale ji Dengê Amerîka re da zanîn ku ew dixwazin hemî alî bala xwe bidin ser têkoşîna dijî DAIŞ’ê.

Veale da zanîn ku divê hemî li gor biryara Neteweyên Yekbûyî (NY) ya bo agirbesta Sûrîyê tevbigerin.

‘’Koalîsyon dê dema agirbestê jî piştgirîya bo Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) bike’’ Veale got.

Veale dîyar kir ku DAIŞ bo hemî welatan ‘’dijminê hevpar e û gefeke mezin e’

Pentagonê bi daxuyanîyekê ragihandibû ku jiber operasyona Tirkîyê ya dijî Efrînê, şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG), ku pêşengîya HSD’ê dike, derbazî Efrînê dibin.

HSD’ê jî do Sêşemê da zanîn ku 1700 şervanên wê yên li Newala Çemê Feratê dijî DAIŞ’ê şer dikin, bo piştgirîya Efrînê derbazî wê herêmê bûne.

XS
SM
MD
LG