Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Koalîsyonê li Rojavayê Reqa Êrîşên Nû Dibin Ser DAIŞ'ê


HSD, di operasyona rizgarkirina Reqa de
HSD, di operasyona rizgarkirina Reqa de

Koalîsyona ku Amerîka pêşengiya wê dike, di çarçoveya qonaxa nû ya rizgarkirina Reqa de, do Yekşemê bi firokeyan êrîş bir ser rojavayê Reqa.

Reuters'ê ji zarê çavkanîyên herêmî ragihand ku di 24 demjimêr de li Tabqa ya Reqa 4 car êrîşên ezmanî pêk hatine.

Ajansa Amaq, ku wek ajansa çekdarên DAIŞ'ê tê zanîn, dîmenên dû êrîşan weşand. Di dîmenan de şewata navendeke bazirganiyê xuya dike lê ajansê li ser hejmara birîndar û kuştîyan ti agahî neda.

DAIŞ her çiqas li Iraq'ê têk diçe jî li rojavayê Sûrîyê berxwedaneke xurt nîşan dide.

Hêzên Sûrîya Demokratîk, ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hêza wê ya mezin e, roja Şemîyê dest bi qonaxa nû ya rizgarkirinê Reqa kir. HSD, jibo ku têkilîya di navber çekdarên DAIŞ'ê de qut bike hewil dide ku rêya Dêrezor - Reqa bi temamî bixe bin kontrola xwe.

XS
SM
MD
LG