Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Hatina Zivistanê Buhabûn Jîyana Kobanê Dijwartir Dike


Bazara Kobanê

Bi bilindbûna nirxê dolara Amerîkî ya beramberî lîraya Sûrî, buhayê tevahîya kelûpalan jî bilind dibe.

Li Kobanê beşeke ji welatîyên deverê kanîna kirînê li cem wan nemaye û nema dikanin pêdivîyên rojane peyda bikin.

Herwiha, ev bilindbûn di vê demsala zivistanê tê ku welatî ketine derdê peydakirina hazirîyên sermayê.

Bi bilindbûna nirxê dolarê bandore ser liv û tevgera bazirganîyê jî dike û firoşkar jî gazincan dikin ku ji bilî lawazbûna firotinê, ew herwiha zirarê diki jiber ku nirxên tiştan rojane bilind dibin.

Hêjayî balkişandinê ye ku tiştên nav bazaran bi dolarê tên kirîn û bi pereyên Sûrî tên firotin.

Tevî ku dolar jî roj bi roj bilind dibe, karker û karmend mûçeyên xwe bi pereyên Sûrî werdigirin, loma hêza wan ya kirînê tim nizimtir dibe.

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:22 0:00

XS
SM
MD
LG