Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kobanê Çawa li Berdewamîya Dîyaloga Kurdî Dinêre?


Piştî daxuyanîya General Mazlum Abdî jibo berdewamîya dîyalga Kurdî, sîyasetvan û çalakvanên Kobanî çi dibêjin?

Dîyaloga Kurdî-Kurdî careke din vedigere meydana sîyasetê û jinûve hêvîya gelê Kurd vedigire ku yekrêzîya Kurdan pêk bîne.

Ew yek jî piştî daxuyanîya kurt ji Mazlum Abdî li ser rûpela xwe ya Twitterê tê ku wî piştrast kir ku dîyalog wê bidome.

Rojnamevan Kamal Mislim, ku qewimandinên sîyasî ji nêz ve dişopîne, dibêje ku dîyalog wê bi ser keve jiber ku Hêzên Sûrîya Demokratîk û Amerîka bi biryar in ku hêzên Kurdî bikin yek û pêşeroja sîyaseta herêmê hêz bikin.

Hemî partîyên sîyasî yên Kurd yên têkildarê ENKS’ê û PYNK’ê, ji alîyê xwe ve berdewamîya dîyalogê erê dikin ku bigihîjin yekbûna rêzan.

Bekir Hac Îsa, endamê peywendîyên yê PYD’ê dibêje ku hemî alîyan di dîyalogê de pêgir in.

Ew dîyar dike ku her kes divê berjewendîyên gel bixe ser berjewendîyên partîyên sîyasî.

Piştî têkbirina DAIŞ’ê, herêma Kurdan li Sûrîyê ji alîyê hikûmeta Tirkîyê ve hate êrîş kirin û çend dever ketin destê Tirkîye. Gelê herêmê dîyaloga Kurdî hêvîyekê jibo rizgarî û ewlehîyê xwe dibîne.

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:53 0:00

XS
SM
MD
LG