Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Kobanê Kampeyna Derzîkirina Zarokan Destpê Kir


Heyva Sor ya Kurd li Kobanê bi piştgirîya Rexistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) û bi hevkarîya sazîya Saxlemî ya herêma Firatê bi armanca pêşîgirtina nexweşîya felca zarokan, kampeyna derzîlêdanê (perpûn/vaksîn) destpê dike.

Berpirsên kampeyna derzîlêdana felcê ragihand ku ev kempeyn wê bo 5 rojan bidome û ew armanc dikin ku tevahîya zarokên di navbera temenê yek rojî heya 5 salan werin derzî kirin.

Kampeyna ku bi tevlîbûna 60 dilxwazan tê rêvebirîn, armanc dike ku 23 hezar zarokan derzî bikin.

Hêjayî balkişandinê yê ku bi sedema şerê li Girêsipî û Serêkanîyê, rexistinên saxlemî yên navneteweyî karmendên xwe yên li herema Kobanê vekişandin. Herwiha alîkarîya bo sazîya Heyîva Sor hatibû rawestandin ku jiber van şert û mercan pir caran derzîlêdana zarokan hat paşxistin.

Hevdem, li herema Kobanê gelek derman û berhemên bijîşkî yên pêdivî û dermanên nexweşîyên domdar nayên peyda kirin.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG