Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Kobanê Tirsa Hatine Korona Xurt Dibe


Piştî xuyakirina tûşbûna 6 kes bi nexweşîya vîrosa korona li herêma Cizîrê, rûniştvanên bajarê Kobanê di metirsiya giheştina wê vîrusê dijîn.

Tirs li herêmê heye ku ger vîrus bi Kobanê ge û belav bibe, jiber kêmbûna derman û rewşa aborî ya xirab wê jîyana rûniştvanan dijwartir û xetertir bike.

Loma rûniştvanên Kobanê ji rêvebirî dixwazin ku hember îhtîmala hatina korona tedbîrîn cidî wergirin.

Jibo pêşîlêgirtina belavbûna korona, Rêvebirîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê jimareke biryar girtine û derîyên sînor hatine girtin, herwiha kombûn, şahî, dawat û konên sersaxîyê hatin qedex kirin.

Ji alîyekî din ve, Desteya Tendirustîyê bi alîkarîya hin rêxistinên saxlemîyê yên cîhanî ku li Kobanê projeyan bi rêva dibin, jibo rûbirûbûna belavbûna nexweşîya Covid-19, workşopan jibo xebatkarên tendirustî yên li deverê li dardixe.

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:51 0:00

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG