Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Kobanê Hejmara Pêketîyên Korona Dîsa Bilind Dibe


Hejmara tûşbûyên korona li herêma Kobanê bilindtir dibe û rojane nêzî 10 nexweş tên tomar kirin.

Dr. Mihmed Arif Elî ji Dengê Amerîka re got ku taybetî di hefteya dawî de ev zêdebûn xuya bû.

“Asta tûşbûnê pir bilind bûye û pêdivî ye biryara qedexekirin û karantînê ji aîiyê rêvebirîyê werin derxistin, herwiha pêwîst e ku welatî jî dûrxistina civakî pêk bînin û xwe biparêzin.”

Ji alîyê xwe ve, navenda krîzê ya Rêvebirîya Xweser, ku jibo pêşîgirtina belavbûna korona hatiye damezrandin, hewil dide ku êrîşa korona sivik bike.

Hevserokê herêma Firatê Mihemed Şahîn ji Dengê Amerîka re got ku ewê di demeke nêz de hin biryaran derxînin.

“Lê, em nikarin biryarên qedexekirina çûn û hatina bi giştî derxînin jiber ku ewê bandoreke neyênî li ser aborîya gelê herêmê bike.”

li gor desteya tendirustî ya Kobanê, ku li navendên karantînê 70 nexweşên korona hene û rewşa hin ji wan dijwar e û bi dehan nexweşên din jî li malên xwe ketine karantînê.

please wait

No media source currently available

0:00 0:04:40 0:00

XS
SM
MD
LG