Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Kobanê Kêmahîya Şewitê Dibe Sedema Gazinca Cotkarên Herêmê


Fuel shortage in Kobane
Fuel shortage in Kobane

Herêma Kobanê herêmeke çandinî ye, lê cotkar gilî û gazincan ji nebûna xizmetan dikin.

Ew gilî û gazincan ji kêmbûne şewit (sotemenî) jibo alavên çandinê û avdanê dikin.

Cotkar Idrîsê Hec Zeîm ji gundê Alîşarê ya rojhilata Kobanê ye, dibêje ku şewita ku tê pêşkeş kirin têrî wan nake.

“Gerek e rêvebirî ji me re bibe alîkar û sotemenî zêde bike da ku mesima me têk neçe.”

Ji alîyê xwe ve, Gêlo Mihemed rêvebirê Desteya Sotemenî li Kobanê pirsgirêka çotkaran ya şewitê piştrast dike û dibêje ku dê ew pirsgirêk di pêşerojê de were çareserkirin.

Mihemed ji Dengê Amerîka re got ku ku projeyeke wan heye ku wekhevî di navbera cotkaran de were çêkirin ku sotemanî dê li gor mezinîya alavan û kûrahiya bîran were dayîn.

Hêjayî gotinê ye ku herêma Kobanê, çi jibo otomobîl û alavên ajotinê, çi jî sebî çandinî û sobeyên malan be, bi berdewamî rûbirûyê pirsgirêka şêwit, benzîn û mazotê dibe û rûniştvan li bendê ne çareserîyeke mayînde were dîtin.

MB_1_22_2021_Gazincên_Cotkaran
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:36 0:00

XS
SM
MD
LG