Piştî hatina pêla siyan ji veyrûsa Korona (Covid-19) û zêdebûna hejmara tûşîbûyan û miriyane rojane Rêvberiya Bakur û Rojhilata Sûriyê biryara qedexeya giştî li hemû bajarên Bakur û Rojhilata Sûriyê ragihand.
Di biryara Rêveberiyê de ev xalên tên hatine ragihandin:
1-Qedexeya giştî ji (10) rojan li tevahî bajarên Bakur û Rojhilata Sûriyê tê ferz kirin,ji sibeha roja Sêşemê di dîroka 13-4-2021 ta roja Pêncşemê di dîroka 22-4-2021an de .
2-Hemû deriyên sînorî û xalên derbasbûnê yên Rêvebriya Xweser tên girtin ji bilî rewşa mirovî , nexweşan û liva xwendekar û bazirganiyê .
3-Ji qedexeya giştî firoşgehên kel û pelan û jîngehê tên dûrxistin ,ku pêwiste ew ji saet 10 sibehê ta 5 êvarê vekin .
4-Hêsankirina liva cotkaran ji çûne û hatina ji zeviyên xwe re ,ku pêwiste dûrketina civakî û yedekên parastinê bicih bibkin .
5-Hemî nexweşxane , firnên nan,dermangeh,rêxistinên mirovî,rojnemevan, û stasyonên sotemeniyê ji vê qedexeyê dûrin,û xwaringehan dikarin xwarina derva pêşkêş bikin .
6-Hemû sazî û dzgehên fermî yên Rêveberiya Bakur û Rojhilata Sûriyê tên girtin ji bilî saziyên karê wan berdewamiya dixwaze ku ji aliyê rêvebriya wan de tên nîşankirin .
7-Pêwiste hemû welatî bi yedekên parastinê û dûrketina civakî rabin û devpoşkan bikar bînin .
Hêjayî balkişandinê ye ku tûşîbûyan herdû rojên dawê gihiştin 298 nexewşan û sê miriyan ,ku hejmara giştî yên tûşîbûyên Korona li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihişt 12236 nexweşan û 422 miriyan.