Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şandeya Bajarê Kobanê Serdana Dîyarbekirê Dike


Şandeyeke ku ji bajarê Kobanê hat Dîyarbekirê û serdana rêxistinên sîvîl kir. Endamên şandeyê di serdanê xwe de qala rewşa sîyasî û civakî ya Rojavayê kir û bang kir. Endamên heyeta Kobanê herwiha banga şandina pirtir alîkarîyên mirovahî ji herêmên Kurdan re kir.

Berdevkê şandeyê Ahmet Şêxo dîyar kir, tevî ku Rojava perça herî biçûk ya Kurdan e jî, gelê wê derê xebatên gelek mezin kirine, hem ji xwe re û hem jî ji perçêyên din re.

Serokê Meclîsa Kobanê destnîşan kir rêya wan ne ya rejîma Esade, ne jî ya opozîsyonê ye. “Rêya me ya gele Kurd e da ku gele xwe serketî bikin û biparêzin.”

Ahmet Şêxo herwiha got "bêdeng kirina şoreşa Rojava, bêdeng kirina Kurdan e û jibo parastina gele xwe mecbur mane ku çekan hilgirin. Herwiha got şoreşa azadîya Rojava ya her Kurdekî ye jî."

Bîrêz Şêxo destnîşan kir neha rewşa heyî ya Rojavayê pir xirab e. Bi taybetî di warê derman, erzaq û lazimtîyên zarokan de kêmahî pir in. “Jibo ku Kurdên me jiber van kêmahîyan serî daneynin, em li ser navê Kurdên Rojava alîkarî ji gelê xwe re dixwazin."

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG