Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşa Kobanê li Stenbolê Hate Protesto Kirin


Kurdish Demo Istanbul BDP
Kurdish Demo Istanbul BDP
Êrîşa terorîstî ya li Kobanê ya Kurdistana Sûrîyê, li Stenbolê bi xwepêşandaneke protestoyî hate şermezar kirin. Di wê êrîşê de 14 sîvîl hatibûn kuştin û bi dehan kes jî birîndar bibûn.

Xwepêşandana protestoyî êvara roja Çarşemê bi pêşengîya Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) li ber Lîseya Galatasaray ya li Taksîmê birêve çû.

Di daxuyanîya BDP’ê de hate gotin, “berpîrsên komkujîya Kobanê ne tenê grubên mîna El Nusra û Dewleta Îslamî ya Îraq-Şam (IŞÎD) in. Herwiha, dewlet û hêzên bi her awayê lojîstîk piştevanîya terorîstan dikin û derîyê xwe ji wan re vedikin berpirsên vê komkujîyê ne.”

Hevserokê BDP’ê yê Rêxistina Stenbolê Emrullah Bîngul, li ser vê bizava protestoyî ji Dengê Amerîka re ragihand, partîya wan amadekarîyê dike 24’ê Mijdarê li navçeya Stenbolê Kadikoyê xwepêşandaneke mezin ya girseyî lidar bixe.

Endamê Rêvebirîya Navendî yê BDP’ê Huseyîn Gozen jî li dema protestoyê ji Dengê Amerîka re wiha axifî:

“Ev hovîtîyeke li jêr navê îslamê bi rêbazên eşqîyatîyê hatîye kirin e ku ti eleqeya êrîşberan bi îslama rastîn ve tune ye. Li gor me ev rojên dawî yên van çeteyan e ku li berxwe didin.”

Rêvebira BDP’ê ya Stenbolê Gulîstan Aydin jî dîyar kir, “êşa xelkê Rojava êşa me ye ku divê çi ji destê me bê em jibo wan bikin.”

please wait

No media source currently available

0:00 0:04:02 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG