Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bizavkar Dibêjin Firokên Koalîsyonê li Başûrê Kobanê li DAÎŞ Xistin


Jiber tisa DAÎŞ gelek hemwelatî ji Kobanê derketin û çûn Sirucê
Jiber tisa DAÎŞ gelek hemwelatî ji Kobanê derketin û çûn Sirucê

Bizavkar dibêjin, êrîşên esmanî yên Amerîkî li nêzîkî bajarê Kobanê ku Kurd lê berxwe didin, li armancên DAÎŞ xistin.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan got, êrîşênesmanî îro Çarşemê herî kêm 5 êrîş li başûrê Kobanê pêk anîn.

Jiber tundîya DAÎŞ dora 160 hezar kes cî û warên xwe hêlabûn û revîbûn Tirkîyê.

Li Îraqa cîran jî, firokên Britanî di roja duyê de êrîşên xwe yên dijî DAÎŞ nû kirin.

Wezareta Berevanî ya Britanî got, firokên wan piştgirî didan hêzên Îraqî û roket avêtin ser konvoyeke DAÎŞ ya li rojavayê Bexda.

XS
SM
MD
LG