Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Dixwaze Kobanê Bikeve Destê DAÎŞ


Jineke Kurd ku ji Kobanê revîye
Jineke Kurd ku ji Kobanê revîye

Sîyasetmedarê Kurd, Serokê Partîya Azadî û Sosyalîzmê (OSP) Sînan Çiftyurek, rewşa metirsdar ya Kobanê ku bi êrîşên dijwar yên DAÎŞ’ê re rûbirû ye dinirxîne.

Çiftyurek herwiha ser daxuyanîyên dawî yên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û qanûna destwerdana leşkerî ku li parlemana Tirkîyê tê gotûbêj kirin, nêrînên xwe parve dike.

Çiftyurek ku ligel şandeyekê OSP’ê demek berê li sînorê Kobanê bû, ji Dengê Amerîka re behsa rewşa xeter ya bajêr dike.

“Tirkîye li rewşa Kobanê temaşe dike. Ji helwestên heta niha dîyar e, dixwazin Kobanê bikeve.”

Sîyasetmedarê Kurd banga birêz Ocalan ya li ser metirsîya komkujîyekê li Kobanê û dawîanîna pêvajoya çareserîyê wekî helwesteke baş dinirxîne.

“Ger di zûtirin demê de partîyên Rojavayê Kurdistanê ligel partîyên Kurdistana Îraqê lihev nekin, dibe ku îro sibe li Kobanê komkujîyeke mezin pêk were.”

Çîftyurek derxistina qanûna destûra destwerdana leşkerî li parlemana Tirkîyê jî wiha dinirxîne.

“Tirkîye ne bi xwestina koalîsyona dijî DAÎŞ’ê, jibo berjewendîyên xwe vê qanûnê derdixe ku naxwaze Kurd li Rojavayê Kurdistanê mafê xwe bistînin.”

XS
SM
MD
LG