Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestê Kurdên Sûrîyê ser Îhtîmala Qirkirineke li Kobanê Hişyarî Dide


Bajarê Kobanê
Bajarê Kobanê

Berpirsekî bilind yê Kobanê dibêje, qirkirineke mezin ya DAÎŞ li ber e, eger civata navnetewî alîkarîya wan neke.

Di hevpeyvîneke taybet ya Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de Îsmet Şêx Hesen, Wezîrê Parastina Kobanê, dibêje şervanên Kurd ku bajêr diparêzin di wê bawerîyê de ne ku koalîsyona bi pêşengîya Amerka ew tenê histine.

"Îhtîmal heye DAÎŞ tekeve nav bajarê Kobanê û qirkirinekê bike. Divê Amerîka û koalîsyon li DAÎŞê xe, berî ku bibe pir dereng.”

XS
SM
MD
LG