Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berxwedana Kobanê Ket Nav Meha Duyê


Hêzên Kurd di berxwedana bajarê Kobanê ya hember DAÎŞ de de ketine meha duyê, di heman demê de ku hêzên koalîsyonê ligel Kurdan kar dike ku gruba tundrê ji bajêr derxîne.

Nûçegîhanê Dengê Amerîka Scott Bobb ku li ser sînora Kobanê ye, radigihîne ku piştî êrîşên DAÎŞ li dijî YPG û yên koalîsyonê lis er DAÎŞ, niha rewş aram e.

Rêxistina Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (ÇSMM) ragihandibû ku pirtir jî 660 kes di şerê nav mehê de li Kobanê hatine kuştin.

ÇSMM di raporta xwe ya îro de dabû zanîn ku di şerê berdewam de dora 380 mîlîtanên Îslamî yên DAÎŞê ji alîyê şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ve hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG