Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestê Kurdên Sûrîyê: Heta Niha ser Hatina Pêşmergeyan Rêkeftin Tuneye


Jinên Kurd li Tirkîyê di merasîma şervanên YPG de îşareta serkeftinê dikin
Jinên Kurd li Tirkîyê di merasîma şervanên YPG de îşareta serkeftinê dikin

Berdevkekî Kurdên Sûrîyê li bajarê Kobanê ku dijî DÎÎŞê şer dikin, dibêje heta niha rêkeftinekê çênebûye ku hêzên pêşmerge werin, tev li şer bin.

Îdrîs Nahsan ji Dengê Amerîka re got, rêberên Kurd li Herêma Kurdistanê li ser vê mijarê hevdîtinan dikin.

Nahsan got, divê hatine hêzên derve ligel karbidestên herêmî li Kobanê bêne kordîne kirin.

“Em hatine pêşmergeyan bi erênî pêşwazî dikin û xêrhatina wan dikin.”

Tirkîyê ragihandibû ku ewê bihêle hêzên pêşmerge ji Îraqê werin berevanîya Kobanê.

XS
SM
MD
LG