Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşên Esmanî de Pirtir ji 500 Kes li Sûrîyê Hatin Kuştin


Bajarê Kobanê piştî êrîşên esmanî
Bajarê Kobanê piştî êrîşên esmanî

Bizavkarên Sûrî dibêjin, di encama êrîşên esmanî yên Amerîka de 553 kes li wî welatî hatine kuştin ku piranîya wan mîlîtanên Dewleta Îslamî ya Îraq û Şam (DÎÎŞ) û Nusra ne.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan îro Pêncşemê ragihand ku bi bawerîya wê hejmara kuştîyên DÎÎŞ pirtir e, lê jiber ku kes nikare here deverên ku firokan lexistine.

Amerîka û hevalbendên wê, di hewla dijî DÎÎŞê de, ji 22yê Îlonê vir ve ji 200 pirtir êrîşên esmanî li Sûrîyê pêk anîn.

Êrîşên koalîsyonê li Îraqê jî êrîş birin ser hedefên DÎÎŞ, taybetî jî li rojava û bakurê wî welatî ku tundrêyên Îslamî deverên berfireh li wan deran kontrol dikin.

XS
SM
MD
LG