Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurdên Sûrî li Kobanê Piştgirî ji Pêşmerge û Artêşa Azad Werdigrin


Pêşmerge ber bi Kobanê ve diherin

Şervanên Kurd yên YPG li Kobanê, di şerê xwe yê dijî DÎÎŞ de, destekên nû werdigirin.

Komeke Artêşa Azad ya Sûrî ku ji 50 şervanan pêk tê îro Çarşemê ji Tirkîyê derbazî Kobanê bû ku ligel YPG dijî DÎÎŞ şer bike.

Herwiha îro Çarşemê komeke pêşmergeyên Herêma Kurdistanê jî bi firokê hatin bajarê Ruha û ji wê derê jî giheştin tixubê Sûrîyê ku derbazî Kobanê bibin.

Konvoyeke din ya pêşmergeyan ku do ji Herêma Kurdistanê giheştibû Tirkîyê niha di rê de ye ku here Kobanê.

Hikûmeta Tirkîyê hefteya borî rê da ku 150 pêşmergeyên Herêma Kurdistanê jio axa wê derbaz bin û xwe bigehînuin Kobanê.

XS
SM
MD
LG