Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komeke Pêşîn ya Pêşmergeyan li Kobanê ye


Pêşmerge li Kobanê ne
Pêşmerge li Kobanê ne

Endamê Komîteya Navendî ya Partîya Demokrata Kurd li Surîyê Gêlo Îsa ji Dengê Amerîka re got, komeke pêşmerge, ku ji 10 kesan pêk tê, giheştine Kobanê ku hurgilîyên hatina hêzên din gotubêj bikin.

Bi giştî 150 pêşmerge ji Herêma Kurdistanê bi rê ketibûn ku li ser Tirkîyê herin Kobanê û şerê Dewleta Îslamî (DÎÎŞ) bikin.

Do Çarşemê jî 48 şervanên Artêşa Azad ya ji koma Abdulcabar Egidî çûbûn Kobanê ku alîkarîya Kurdan bikin.

Hevdem, leşkerîya Amerîkî jî berdewam êrîşên esman li ser armancên DAÎÎŞ dike. Pentagon ragihand ku di nav du rojên borî de 8 êrîş hatine kirin.

XS
SM
MD
LG