Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bengo: Şandina Pêşmerge Bandorê li Hestên Hemû Kurdan Dike


Kurdên Tirkîyê pêşwazîya pêşmergeyan dikin

Nûnerê ENKS’ê û Endame Mekteba Sîyasî yê Partîya Yekîtîya Kurd li Sûrîyê (Yekîtî) Mihemed Xêr Bengo, girîngîya şandina hêza pêşmerge jibo Kobanê ji Dengê Amerîka re dinirxîne.

“Her çiqas bi hejmareke ne zêde bin jî, çûyîna pêşmerge wê bandoreke mezin li ser şervanên Kobanê û hestên her çar parçeyên Kurdistanê bike.”

Birêz Bengo dide zanîn, helbet wê bandora Rêkeftina Duhokê jî li ser şandina pêşmerge hebe, lê jê wedetir ev lihevhatineke navnetewî ye ku ji lihevkirina Duhokê ya alîyên Kurd jî girîngtir e.

Bengo, êrîş û metirsîya li ser Kurdan jî tîne ziman û dibêje li herêmê bi mebesta tunekirina neteweya Kurd êrîş pêk tên.

“Ger hêzên navdewletî sozên xwe bi cî neyînîn, metirsî heye ku Kurd di şerê dijî terorîzma DÎÎŞ’ê de werin bikaranîn. Pêwîst e tevgera sîyasî ya Kurd lêvegerekê bike da ku bikaribe bi yekdestî û yekzimanî li hember van êrîşan berxwe bide.”

XS
SM
MD
LG