Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jen Psaki: Emê Berdewamî Piştgirîya Berevankarên Kobanê Bikin


Kurdên Sirûcê li ser tixubê Kobanê civîne rizgarkirina wî bajarî pîroz dikin
Kurdên Sirûcê li ser tixubê Kobanê civîne rizgarkirina wî bajarî pîroz dikin

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka Jen Psaki got, ew pîrozbahî li berevankarên Kobanê dikin ku hember Dewleta Îslamî serketineke girîng dest xistin.

Xanim Psakî di civîna rojanê ya wezaretê de got, ewê di hefteyên were de bi berdewamî piştgirîya parêzvanên Kobanê bikin.

“Ev, di kempeyneke dûr û dirêj ya dijî Dewleta Îslamî de gaveke girîng e, jiber ju DAIŞ nirxeke mezin dida kontrolkirina Kobanê.”

Psakî dîyar kir ku Amerîka heta niha gelek alîkarîyên mirovahî dane Sûrîyê û eger hewce be li Kobanê û li her derên din yên wî welatî, alîkarîya wan wê bidomin.

XS
SM
MD
LG