Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Konferansa Yekê ya Aborî li Kobanê Hat Lidarxistin


Konferansa Aborî li Kobanê

Bi armanca afirandina aborîya xweser ji Kantona Kobanê re, Konferansa Yekê ya Aborî li Kobanê hate lidarxistin.

Konferans di bin sîwana Desteya Aborî û Komîteya Aborî ya Rojava hate amade kirin û bi beşdarîya bazirgan, cotkar û sazîyên aborî li navenda meclîsa qanûnsaz ya kantonê destpê bû.

Di konferansê de peyam hatin xwendin û gelek mijarên aborî gotebêj bûn da ku bingeheke xweser ji aborîya Kobanê re were danîn.

Delal Hesen, rêvebira Komîteya Aborî ya Rojava di peyama xwe de destnîşan kir ku dema rêvebirîyek li cihekî tê ava kirin, pêwîst e aborîyeke xweser jî hebe, jibo ku ew rêvebirî xwe ji desthilatdarîya aborî rizgar bike.

Berpirsê Komîteya Aborî ya TEV DEMê, Fethî Misiro ji Dengê Amerîka re xuya kir ku jibo welatîyên Kobanê di alîyê aborî de nekevin astengîyan û pêwîstîyên xwe yên aborî ji kesî nexwazin, gerek e xwedî aborîyake xweser bin û axa Kobanê ya tijî xêr û bêr jibo avakirina aborîya xweser bingeheke xurt e.

Misiro herwiha bang li bazirganên li dervayî kantonê kir ku vegerin û projeyên aborî li Kobanê ava bikin.

Endamê kordînasyona giştî yê TEV DEMê Ferhad Dêrîk jî bal kiçand ser pêdivîya projeyên mezin yên aborî

“Axa Rojavayê Kurdistanê di milê aborî de zengîn e, lê ta niha ti projeyên aborî yên mezin tunene. Li gor pisporên aborî ku sedema tunebûna projeyên mezin ew e ku rewşa ewlehîyê ne baş e û tirsa bazirganan heye ku projeyên wan bi dawî nebin û encam negirin.”

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:02:38 0:00

XS
SM
MD
LG