Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gelê Kobanê jibo Efrînê Îro li Kolanan Bû


Ev demeke ku Tirkîye gefan li ser Efrînê dike û dibêje ewê êrîşekê bike ser wê herêmê. Ew gef, piştî ku Amerîka damêzrandina hêzeke nû ya sînorî zêde bûne.

Çend rûniştvanên Kobanê derheqa gefên ser Efrînê nêrînên xwe bi guhdarên me re parve kirin.

Parêzer Mustefa Xelîl tîne ziman ku Efrîn herêmeke aram e û bi hezaran koçberên ji deverên din yên Sûrîyê tê de jîyan dikin.

“Gelê Kobanê nerazî bûna xwe anî ziman û dubare kir ku êrîşeke ser Efrînê alîkarîya grubên çekdar yên tundrê yên wek El Nusra ye. Gel herwiha da zanîn ku çawa gelê Efrînê dema êrîşên DAIŞ'ê yên ser Kobanê li kelêka wan sekinîn, ew jî niha bi Efrînê re diseknin û piştgirê didin wê.

Qelaş Seadûn jî dibêje ku herêma Efrînê di bin Rêvebirîya Xweser de ye û YPG tê de xwe bi cîh dikin û ew jî dibe cîhê nerazîbûna Tirkîyê.

MB_01_18_2018_Efrin
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:08 0:00

XS
SM
MD
LG