Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rewşa Jîyana Welatîyên Kobanê Çawa ye?


Qîzek li ber avahîyeke wêranbûyî li Kobanê
Qîzek li ber avahîyeke wêranbûyî li Kobanê

Gelek texên bajarê Kobanê ku tê da şerekî dirêj di navbera YPG û DAÎŞ qewimîbû, rastî wêranbûneke pir hatine,

Zîyana herî mezin li Taxa Botan a ku dikeve başûrê rojavayê Kobanê çêbûye, lê gelek welatî hîn di bin şertên zor û zehmet de, jî li wê taxê dijîn.

Hemwelatî nerazîbûna xwe tînin zimên ku xanîyên wan wêran in û heta niha alîkarî ji ti dewlet yan sazîyên mirovahî ji wan re nehatiye.

Helîme Mislim dibêje, bi hatina demsala zivistanê rewşa bajarê Kobanî gelek aloz dibe û welatî necar dimînin ku bi derfetên dest wan de, malên xwe serrast bikin û zarokên xwe ji serma biparêzin.

“Jiber kêmbûna pêdivîyên avakirinê, em neçar dimînin bi çadir û kîs û sacan ser xanîyên xwe bigirin.”

Mezlûm Alî jî bal dikşîne ser zehmetîyên heyî û bang li civaka navnetewî û sazîyên mirovahî dike ku ji wan re bibin alîkar.

Reşîd Ehmed jî jî dibêje, neyar ne tenê dijmin e, lê birçîbûn, wêranbûn û serma zivistanê jî dijminên pêş wan in.

Rewşa Jîyana Welatîyên Kobanê
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:41 0:00

XS
SM
MD
LG