Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rewşa Tendirustî li Kobanê Xirab E


Berî ku DAIŞ êrîşî Kantona Kobanê bike, 4 nexweşxane li bajêr hebûn,lê ji wan 3 bi otomobîlên teqîner ji aliyê DAIŞê ve hatin rûxandin.

Niha tenê nexweşxaneyek li Kobanê heye û 3 navendên tendûristê yên biçûk hewil didin ku xizmet bidin hemwelatîyan, lê ew hejmar têrî welatiyên kantonê nake.

Mihemed Arif, Cigirê Serokê Tenduristîyê li Kobanê dibêje, kêmbûna doktoran yek ji pirsgirêkên herî mezin e, taybetî bijîjikên pispor di îlaca birîn û hestiyan de.

Berî êrîşa DAIŞê pirtir jî 130 doktor li Kobanê hebûn û cîhê xwe di meclîsa tendirûstiyê de digirtin, lê niha tenê 34 doktor mane.

Dr. Ehmed Xazî jî dibêje, berê pirsgirêka kêmbûna dermanan li cem wan hebû, lê bi rizgakirina bajarê Girêspî û şikestina dorpêça ser Kobanê, rê navber Kantona Cizîrê û Kantona Kobanê vebûye û êdî derman pir bûye.

XS
SM
MD
LG