Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gazinên Cotkarên Kobaniyê Ji Erzanbûna Nirxa Berhemên Wan


Tevî ku pirsgirêka nirxê kirîna genim ji aliyê rêveberiya xweser ve hate çereserkirin, ku buhaya wê kirin bi dolarê Amerîkî, lê gilî û gazincin cotkarin Kobaniyê ji bo ceh berdewam e, ku mûsima wan bi nirxekî erzan ji aliyê bazirganin mezin ve tê kirîn, ew jî piştî ku rêveberiya xweser kirîna cehê hin çotkaran rawestand bi sedema têkçûna asta wê.

Çotkar dibêjin, gerege ji bo wan derî bên vekirin ta ku cehê xwe bi nirxekî baş ji bo dervayî herêmên rêveberiya xweser bifroşin, ji bilî wê yekê, ziyaneke pir dighêje wan, û êdî ji bo mûsima bê karîna çandiniyê cem wan namîne.

Serokê desteya aborî ya herêma Furatê Xelîl al Şêx aşkere dike, ku cehin têk çûyî û yên kevin ku ji aliyê endizyar û rêveberiya sayloyan hatin redkirin, wan derfet daye ku ew ceh ji bo derva were firotan, û piştî du rojan ji karanîna vê derfetê, biryar ji rêveberiya giştî ya Bakur Rojhilatê Sûrê derket, ku firotana ji bo derva were qedexe kirin.

Her wiha Alşêx aşkere kir ku ew rojane gilî û gazincin çotkaran ji bo rêveberiya giştî hildidin ta ku ji bo wan çereseriyak bê dîtin.

Hêjaye gotinê ye, ku ji ber bilindbûna nirxê dolarê Amerîkî gelek pirsgirêk di warê buhaya ceh û genim her wiha cûreyên din ji çandinyê derket, ji ber wê yekê ziyan gihîşt çotkaran ji ber ku li gor wan misrûfa semed û derman bi dolarê Amerîkî dikirin û mûsima wan bi leyreya Sûrî tê firota

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:49 0:00



.

XS
SM
MD
LG