Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka û Hevalbendên Wê 26 Êrîşên Esmanî li Sûrîye û Îraqê Pêk Anîn


Amerîka û hevalbendên wê yên koalîsyonê ji roja Înê vir ve, li Sûrîye û Îraqê 26 êrîşên esmanî li dijî mîlîtanên Dewleta Îslamî pêk anîn.

Hêza Hevbeş ya ya Leşkerî, ku operasyonên dijî Dewleta Îslamî rêve dibe, îro Şemîyê bi daxuyanîyeke nivîskî got, 13 êrîşên esmanî li Sûrîyê û 13 jî li Îraqê hatine kirin.

Di daxuyanîyê de bal hate kişandin ku 12 ji wan êrîşên li Sûrîyê, hember mewzîyên Dewleta Îslamî yên li nêzîkî Kobanê hatin kirin.

Li Îraqê jî, armanca pênc êrîşan nêzîkî Mûsilê û pêncên din jî nêzîkî Tel Afar bûn.

XS
SM
MD
LG