Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mazlum Kobanî: Tirkîyê li Bakurê Sûrîyê Nikare Bigêhîje Armancên Xwe


SDF General Mazloum Abdi

Fermandarê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Mazlum Kobanî da zanîn ku wan peymana agirbestê ya bi Tirkîyê re pejirandiye.

Kobanî ji kanala Ronahî TV re dîyar kir ku ew rêkeftin destpêkek e û amaje kir ku Tirkîye li bakurê Sûrîyê nikare bigêhîje armancên xwe.

‘’Ew agirbest encama berxwedana Kurd, Ereb û Sûrîyan û zexta bîragiştî ya navneteweyî ye’’ Kobanî got.

Wî da zanîn zanîn ku ew rêkeftin bo 100 kîlometre ya di navbera Resulayn û Tilebyad de hatiye çêkirin.

Mazlum Kobanî dîyar kir ku divê bo herêmên din jî danûstandinên agirbestê werin kirin, lê li ti herêmê guherîna demografîf çênebe.

XS
SM
MD
LG