Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fahrettîn Koca Dibêje Tirkîye Hazirîya Perwerdeya Rûbirû Dike


Wezîrê Saxlemî yê Tirkîyê Fahrettîn Koca dîyar kir ku ew dê îsal dest bi perwerdeya rûbirû bikin.

Koca da zanîn ku ew nikarin dûrî perwerdeya rûbirû bisekinin û dîyar kir ku ew dê bo berevanîya xwendekar û malbatên wan hin tedbîran bistînin.

Wî bi berdewamî got ku divê mamoste û dê û bavên xwendekaran vaksînan li xwe bidin û dîyar kir ku karanîna vaksînan ne tercîhek e.

‘’Bo îş û perwerde bidomin divê vaksîn werin karanîn. Kesên vaksîn li xwe nedane, divê bi awayekî domdar testa PCR bikin û divê ew test negatîf derkevin.’’ Koca got.

Li Tirkîyê di serê Tîrmehê de rojane bi qasî 4000 kes bi vîrusa korona diketin, lê jiber ku wî welatî tedbîrên dijî vîrusê sist kirine di du hefteyên dawî de rojane pirtir ji 20000 kes bi vîrusa korona dikevin.

Koca dîyar kir ku heta nîvê welatîyên gehiştî yên Tirkîyê vaksîn li xwe dane.

Tirkîye plan dike ku di meha Îlonê de dibistanan veke.

XS
SM
MD
LG