Cîgira Serokê Koma Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Gulîstan Kiliç Koçyîgît got ku Kurdistan rastîyeke dîrokî û civakî ye.
Koçyîgît ev gotin dijî parlamanterê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) Mehmet Baykan, ku gotibû dawîya kesên dixwazin Kurdistanê ava bikin qebristan e, kir.
Xanim Koçyîgît dîyar kir ku çawa ku gava ew dibêjin Kapadokya, Trakya nabe kêşe divê Kurdistan jî nebe kêşe.
‘’Kurdistan rastîyek e, rastîyeke civakî û dîrokî ye. Gava em dibêjin Kurdistan ew ne cihekî li gor gotina we ye, hûn dizanin ku em behsa herêmeke rêvebirinê nakin, lê hûn li pey manîpulasyonê ne.’’
Wê bi bîr xist ku Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan jî gotiye Kurdistan.
Parlamanterên Partîya Saadetê jî ser gotinên Baykan bertek nîşan dan.
Jêder: Ajansa Mezopotamya