Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komîteya Dadê Biryara Împîçkirina Serok Trump Dide


Komîteya Dadê ya Civata Nûneran ya Amerîka, piştî lêhûrbûna sê roji, îro Înê bi dengdanê biryar da ku Serokê Amerîka Donald Trump were împîç kirin.

Komîteya Dadê tawanên împîçkirinê yên dijî Serok Trump bi 23 dengên Demokratan beramber 17 dengên Komarî pejirand.

Komîteya Dadê bi sedemên karanîna hêz û desthilata maqama seroktîya Amerîka, bi awayekî berdewam bo armancên nerewa û bo destxistina berjewendîyên şexsî û rêgirtina Kongesê, biryara împîçkirinê da.

Li ber e Civata Nûneran di nav hefteya were de, bi awayê rakirina dengan û vekirî dengdana dawîn ya ser împîçkirinê bike.

XS
SM
MD
LG