Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komkara Ereb: Zêrevan Li Sûrîyê Dimînin


Komkara Ereb: Zêrevan Li Sûrîyê Dimînin
Komkara Ereb: Zêrevan Li Sûrîyê Dimînin

Wezîrên Komkara Ereb razî bûn li ser hindê ku erkê tîmek zêrevanan li Sûrîyê dirêj biken yên bizavê diken çavdêriya tepeseriya bikuj ya hikûmeta Sûrîyê li dijî serhildana 10 mehan li wî welatî biken.

Dîplomatên pile bilind ji Qeterê û welatên din yên Ereb roja Yêkşemê li Qahîre kom bûn. Karbidest dibêjin wan daxwaz kir erkê zêrevanên Komkara Ereb li Sûrî bihêztir bibe û daxwaz kirin ku dawî bêt bi tudûtîjîyê li wî welatî.

Hejî gotinê ye ku zêrevanan erkê xwe li 26 ê meha borî destpêkir. Demûdest nehatiye zanîn ka dê bo bihêzkirina erkê zêrevanan çi cure pêngav dê hên rekirin, lu niha hijmara wan li Sûrîyê 150 kes in.

Bizavkarên opozisyona Sûrî û gropên mafên mirov rexne li zêrevanan girtine, dibêjin hebûna wan neşîyaye bibe egera parastinê jibo wan û nemana tepeseriya ji layê hêzên ser bi serok Beşar el -Esed ve. Hinek ji rexnegiran daxwaza vekêşana zêrevanan kirine.

Karbidestên Komkara Ereb gotin vekêşana zêrevanan di nav kombûna Qahîre neket ber bas, ku ji layê serokwezîrê Qeterê Şêx Hemed bin Casim el Thanî ve birêve çû.

Gropek pitirî 50 kesan ji rekeberên Sûrî li pêşber cihê civînê li Qahîre xwepêşandan kirin û dazwaz kirin dawî bi deselata 11 salan ya Serok Esed bêt.

XS
SM
MD
LG