Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komandarê Nûyê Leşkerê Amerîka Dest bi Kar Kir


Komandarê Nûyê Leşkerê Amerîka Dest bi Kar Kir

Admîral Mike Mullen, yê ku xanenişîn dibe û posta xwe wek serokê stûnên hevbeşên leşkerê Amerîka cî de dihêle, daye zanîn ew bawer dike bo çerser kirina rewşa wê herêmê Pakistan gelek girînge.

Mullen li dervery Washingtonê di nav rêûresmekê de axivî ku ceneralê cihê wî digrit, Martin Dempsey, wek komanderê ple bilindê leşkerê welatî bi fermî sond xwar.

Mullen daxaz ji Dempsey kir karek baştir ji wî bike di warê pêwendiyên bi Pakistanê re ku niha girj bûne lê hêş di cihê xwe de ne. Wî got bêy Pakistanê çi çareserî bo wê herêmê nine, û bêy hevalbendiya li gel Pakistanê wê herêmê çi paşerojek cihgir nabe.

Mullen zêde kir, ew bawer dike di nav salên bihên de raguhestina deselata ewlekariyê li Afghanistanê dê karê herî zihmet bit bo ceneral Dempsey. Hejî gtinê ye ku hatiye diyar kirin serbazên Amerîka heta sala 2014ê berpirsyaretiya ewlekariyê biden destê hêzên Afganî.

XS
SM
MD
LG