Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komandareke Yemenî Hate Kuştin


Komandareke Yemenî Hate Kuştin

Karbidestên Yemenî dibêjin endamên eşîratên dijî hikûmetê êrîş kire ser hêzên ser bi Serok Alî Abdullah Salih, û komandarek kuşt û 30 serbaz girtin.

Wezareta berevaniyê got, êrîşa roja Duşembî li ser bingekî li bakura Sanaa ya paytext hat kirin, ku têda Abdulla al Khaleibi komandarekê Nobedarên Komarî hat kuştin. Karbidestan got herweha çar endamên eşîretan jî hatin kuştin.

Roja Yêkşembî, di peyvekê de li televizyonê, rêzdar Saleh got ew dixwaze bi aştî bi rêya helbijartinan desthilatê veguhêze.

Wî got ew dixwaze veguhaztina desthilatê li gor pêşniyaza Civata Hevkariya Kendavê cê bi cê bike.

Ev cara yekê ye ku Serokê Yemenê li televizyonê derdikeve ewey vegeryay Sanaa ya paytext.

XS
SM
MD
LG