Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Senatorê Komarî Rand Paul bi Vîrusa Korona Ket


Senatorê Kentucky Rand Paul yê Komarî bi vîrusa korona ket.

Ji hesabê Twitterê yê Rand Pauld hat gotin ku ew ketîye karantînayê û xwe baş hês dike.

Li gor daxuyanîya wî hesabî, Rand Paul bo tedbîrê testa vîrusa korona kiriye û li ser wî ti nîşana wê vîrusê tunebûye.

Nayê zanîn ku Rand Paul bi kesên bi vîrusa korona re rastexwe danûstandin kiriye yan ne.

Paul bû senatorê yekê ku vîrusa korona ketiye.

Berî Paul, endamên Civata Nûneran Mario Diaz Balart ji Florîda û Ben McAdams ji Utahê jî bi vîrusa korona ketibûn.

XS
SM
MD
LG